HDP'nin, “Büyük Mücadele, Büyük Yürüyüş” şiarıyla gerçekleştirdiği bölge konferanslarından Amed ve Çukurova Bölge Konferansları tamamlandı.

HDP, daha önce farklı temalarla Karadeniz, İç Anadolu, Marmara, Ege ve Serhat bölge konferanslarını gerçekleştirmişti. 

Amed bölge konferansında; “Kürt sorunu ve çözüm” temasıyla, Eş Genel Başkan Yardımcısı Tayip Temel, Kadın Meclisi Sözcüsü Ayşe Acar Başaran, Gençlik Meclisi Sözcüsü Dersim Dağ, Bölge Eş Sözcüleri, Amed İl Eş Başkanları ve yüzlerce kişinin katılımıyla Amed’de gerçekleştirildi. Polisin konferans salonunu ablukaya alması ve gelenlere saldırması üzerine, uzun süre arbede yaşandı. Arbede sırasında polis, vekillere saldırdı ve Şırnak Milletvekili Hüseyin Kaçmaz saldırı esnasında yaralandı. 

Daha sonra kongre katılımcıları kongreyi açık alanda yapma kararı aldı. Kongrenin açılışında konuşan Amed İl Eş Başkanı Zeyat Ceylan, konferansın demokratik siyaseti ilerleteceğini belirtti. Ceylan, polisin iktidardan aldığı talimatla Amed Bölge Konferansını engellemeye çalıştığını belirterek, “Ama biz salonlara sığmayız, bizi hiçbir güç engelleyemez ve her yerde konferanslarımızı ve siyasi çalışmalarımızı yapacağız” diye konuştu. 

Di destpêka Konferansa Herêma Amedê de Tayîp Temel axivî û wiha got:

Konferansên me bi serkeftineke mezin hatin lidarxistin

Hevalên hêja, delegasyona birûmet, gelê me yê qedirşinas ku me dişopînin, birêz kedkarên çapemeniyê ez we hemûyan bi rêzdarî û kelecana şoreşê ji dil û can silav dikim. Hêvîdar im ku ev konferansên me dê bibin sedema serkeftinê, mezinkirina têkoşînê, xurtkirina rêxistinê.

Konferansên me yên herêmî îro bi Konferansa Amed û Çukurovayê bi encam dibin. Me heya niha li Karadenîzê, Marmarayê, Egeyê, Anatoliya Navîn û Serhedê konferansên xwe bi serkeftineke mezin li dar xist. Encamên giring û îradeyeke xurt ji van konferansan derketin. Di 21-22 mehê de Konferansa me ya Meclisa Jinan li Enqereyê tê li darxistin û di 6-7’ê Hezîranê de jî em ê Konferansa xwe ya 4’emîn a Mezin bi heman serkeftinê bi bîr û baweriyê li dar bixin. Em bi baweriyeke mezin ber bi Kongreya xwe ya Mezin ve dimeşin. 

Çavên gelê me dostên me û dijberên me li ser me ye

Wekî ku hûn dizanin em di rojên dîrokî re derbas dibin; ji aliyekî ve şer, pêvçûn, êriş, dek û dolabên serdestan, lîstikên qirêj ji aliyê din ve jî berxwedan û têkoşîna bêhempa. Ji aliyekî ve hesabên biçûk û erzan; îxanet, sixûrî, hevkariya bi serdestan re, ji aliyê din li gel hemû berdelên giran welatparêziya birûmet, xwedîlêderketina nirxên xwe. Ji aliyekî ve hewldana domandina bêqederiya gelê Kurd ya sedsalan, di vî warî de komployên navneteweyî ji aliyê din ve têkoşîna mezin ya şikandina vê koletiyê, bi dawîkirina bêstatûbûna gelê Kurd ya sedsalan. Em hemû di nav têkoşîneke evqas mezin de ne û her wiha çavên gelê me, dost û hevalên me, çavên gelên mazlûm li ser me ne. Her wiha serdest jî, xêrnexwaz jî me ji nêz ve bi çavnebariyeke mezin me dişopînin xebata me temaşe dikin.  

Neyartiya wan a li hemberî gelê Kurd neyartiyeke qedîm e

Hevalino, dilê gelê Kurd li Amedê diavêje, Amed bi sedsalan e keleha berxwedanê ye û dê di rojên pêşiya me de jî bêguman vê rola xwe bilîze. Keç û xortên çavbelek di riya azadiyê de, di têkoşîna rûmetê de xwe feda dikin.

Amed bajarê berxwedanê ye, cih û warê rûmetê ye. Dixwazin ku vê rastiyê serobin bikin îro, dixwazin ku vê nasnameya Amedê têk bibin. Bi qeyûman, bi girtinan, bi êrişan, bi hemû cureyên şerê taybet vê nasnameya welatê me û gelê me hedef digirin. Bêgûman tenê ne partiya me, rasterast rûmeta gelê me, nasnameya gelê Kurd hedef digirin. Neyartiya wan a li hemberî gelê Kurd qedîm e, neyartiyeke hezar salan e. Êrişî zimanê me dikin, nasnameya me dikin. Bi qeyûman îradeya gelê me desteser kirin, dema ku ew qeyûm hatin ewil tabelayên Kurdî daxistin, êrişî peyker û navên nirxên gelê Kurd kirin.

Du roj berê jî li Kocaeliyê konsera Kurdî, şanoya Kurdî betal kirin, qedexe kirin. Çima? Li hemberî me û gelê me bi hêrs in ji ber ku ligel her tiştî em hesabên wan xirab dikin. Gelê Kurd di sedsala 21’an de têkoşîneke ku îro li seransarî cîhanê bi nav û deng e, têkoşîneke ku îro hemû miletên cîhanê bi heyraniyeke mezin dişopînin afirandiye. Gelê Kurd wekî gelê Vîetnamê, Filistînê, Angolayê, Kubayê jiyaneke nû diafirîne, bi têkoşîna xwe bûye hêvî û baweriya gelên bindest.

Şoreşa Rojava bûye şoreşa gelan, di nav qeyran, alozî û tevliheviyê de riya rizgariyê nîşanî me dide.  Dixwazin vê rastiyê ji holê rakin, dixwazin gelan û bindestan bêhêvî bihêlin, dixwazin bi tasfiyekirina têkoşîna azadiyê hêviya azadiyê ya gelê Kurd bişkîninin. Lê nikarin, ev têkoşîn dê bi ser bikeve. Ev têkoşîn li hemberî êrişên serdestan jî li hemberî hevkarên wan ên navxweyî jî dê bi ser bikeve, bawerî bi vê yekê heye. Guman nîne ku em ê bi ser bikevin.  

Navnîşana çareseriyê birêz Ocalan e

Hevalino, temaya vê konferansa me çareserî û rêxistin e. Riya çareseriyê ji me diyar e, di sala 2013-2015’an de li vî bajarî di Newrozê de bi şahidiya milyonan ev îradeya çareseriyê hate diyarkirin. Her wiha ji wê rojê vir ve gelê Kurd li vê îradeyê xwedî derdikeve. Ew bi êrişan bi tecrîdê dixwazin ku vê îradeyê bişikînin, çareseriyê têk bibin. Dizanin ku çareserî pêş bikeve ew dê têk biçin, faşîzm dê têk biçe. Lewma bi şer û qeyranê dixwazin ku gelên Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn bifetisînin. Tecrîda li hemberî birêz Ocalan tecrîdkirina îradeya çareseriyê ye.

Tecrîdkirina birêz Ocalan, tecrîdkirina gelê Kurd e. Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de got ku hefteyekê wext bidin min ez ê pirsgirêka gelê Kurd di nav mehekê de çareser bikim. Ev 40 sal in birêz Ocalan ji bo çareseriyê li muxataban digere. Li hemberî wî muxatebekî çareseriyê tuneye, AKP û MHP tenê muxatabê şer e. Şer û pêvçûn bîra bêbinî ye, xizanî ye, feqîrî ye, kuştin û komkujî ye. Ji Sedam zêdetir kesî bi gelê Kurd re şer nekir, komkujî pêk neanî, lê ew bi van komkujiyan negihişt miraza xwe. Yên di riya wî de diçin jî dê negihijin mirazê xwe, dê encama wan wekî Sedam be. Em cardin ji Amedê bang dikin.

Aktorên ku piştgiriya gelê Kurd dixwazin, hûn ji bo daxwazên gelê Kurd çi dibêjin?

Daxwaza gelê Kurd aşkera ye. Gelê me ji jiyaneke rûmettir, ji pêşerojeke azadtir kêmtir dê tu tiştî qebûl neke. Gelê me azadiya zimanê xwe, nasnameya xwe dixwaze. Gelê me dawîkirina asîmîlasyonê dixwaze, wekheviyê dixwaze, jiyaneke hevpar dixwaze. Gelê Kurd şer naxwaze, em qeyran û aloziyê naxwazin.

Riya vê jî di diyalogê re, di mûzakereyan re derbas dibe. Navnîşana çareseriyê diyar e. Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan e. Em bang li hemû aktorên siyasî dikin. Ger ku ji bo siberojê hesabê we hebin ger ku hûn dixwazin piştgiriya gelê Kurd bistînin, divê ewil hûn helwesta xwe ya li hemberî daxwazên gelê Kurd zelal bikin. Hûn ji bo daxwaza azadiya zimanê Kurdî çi dibêjin, hûn ji bo daxwaza jiyaneke birûmet ya gelê Kurd çi dibêjin, hûn ji bo daxwaza wekheviyê çi dibijin, çi dixwazin? Derdorên ku ji aliyekî ve piştgirî didin şer ji aliyê din ve jî bi çend gotinan gelê Kurd bixapînin. Derdorên ku îradeya çareseriyê û muxatabiya Ocalan nas nakin nikarin piştgiriya gelê Kurd bistînin. 

Hevalino ligel van yekan, ev tofana ku desthilatdaran afirandiye her wiha gelê me bi xizaniyê re rûbirû dihêle. Îro bi milyonan kes nikarin debara xwe bikin. Dixwazin bi birçibûnê gelê me û hemû gelên Tirkiyeyê terbiye bikin, dixwazin ku mirovan di navbera nan û azadiyê de bihêlin. Em ji ne nanê xwe, ne jî ji azadiya xwe tavîz nadin. 

Em ê rêxistina xwe mezin bikin û êrişan vala derxînin

Pirsgirêkên vê civakê kûr dibin, êrişên serdestan giran dibin. Lê em jî 40 sal in li hemberî vê ferasetê têkoşîn dikin. Em xwediyê mîraseke mezin in, bi têra xwe em di merheleyên giran re derbas bûn. Tercûbeyên mezin yên siyaseta me hene. Ji her tiştî zêdetir jî em xwediyê bîr û baweriyeke mezin in. Heya niha me çi bi dest xistibe me bi rêxistibûnê, bi tekoşînê bi berdêlan bi dest xistiye. Rêxistin hebe çareserî heye, rêxistina me hêza me ye, lewma ji îro şûnde jî em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî meşa xwe bidomîn. Ger ku îro li gel hemû êrişan, komplo û kûmpasan em li ser piya bin ev saya serê têkoşîna rêxistinkirî ye.

Ev saya serê piştgiriya gelê Kurd e. Ev bi saya serê dostên gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Di Newrozê de di 8’ê Adarê de ji 7’an heya 70’yan gelê me da nîşan ew gavekî jî ji daxwazên xwe paş de navêjin. Ev helwesta gelê me berpirsiyariyeke mezin dide ser milên me. Ev helwesta gelê me di heman demê de ji bo pêşerojê hêviyeke mezin e. Gel amade ye, em jî bi bawer in. Her wiha em ê van konferansan, civînan, kongreya xwe bikin sedema xurtkirina rêxistinkirina xwe. Em ê bibin hêz, pirsgirêkên xwe jî pirsgirikên civakê jî bi vê hêzê çareser bikin. 

Di konferansên me yên din de jî ev bawerî hebû. Em têkoşerên azadiyê ku di her warî de berdêl didin, li ber xwe didin emê bêdudilî, 24 saet mal bi mal kolan bi kolan xwe birêxistin bikin. Ev rêberên ku canê xwe kirin meşale, ew têkoşerên ku meşeleya azadiyê gur kirin riya me ronî dikin. Ez bi vê bîr û baweriyê, we hemûyan silav dikim. Riya me vekirî ye, em ê bi ser bikevin. 

Saldırı nedeniyle konferansımızı halka ve basına açık yapıyoruz

Daha sonra konuşan Ayşe Acar Başaran, konferansı yapılan saldırı nedeniyle halka açık ve basına açık yaptıklarını dile getirdi. Başaran, “Demokratik siyasetimizi engellemeye çalışıyorlar. Bugünkü saldırılar da yıllardır yaptıkları saldırıların devamı. Sayın Öcalan ile görüşmeleri bitirdikten sonra, Kürt düşmanlığını zirveye çıkardıkları günden beri her alanda benzer saldırılara maruz kalıyoruz” dedi ve HDP’ye yönelik saldırıları hatırlattı.

Başaran, İçişleri Bakanlığı ve kolluğun provokasyon işlevi gördüğünü belirterek, “Bugün yapılan 80 Anayasasına bile aykırı. Bu ülke tek kişinin ağzından çıkan kararlarla yönetiliyor” dedi. Başaran, “Bizi engelleyemeyeceksiniz, her alan bizim için konferans alanı toplanma alanı, örgütlenme alanı. HDP bir fikriyattır ve bu fikriyat her alanda kendisini var edecektir” dedi. 

Çukurova’dan mesaj: Biz kazanacağız

“Tarım ve gıda güvenliği” temasıyla Adana’da gerçekleştirilen Çukurova Bölge Konferansın da, Eş Genel Başkan Yardımcıları Tülay Hatimoğulları, Mahfuz Güleryüz, Gençlik Meclisi temsilcileri, yöneticiler Bedia Akkaya, Feray Mertoğlu, Bölge Eş Sözcüleri, Mersin il eş başkanları ve çok sayıda kişi katıldı. 

Her alanda örgütlenerek saldırıları boşa çıkaracağız

Konferansta MYK üyesi Mahfuz Güleryüz, kapitalist sistemin çıkış aradığını, bunun için yeni savaşlar çıkardığını ifade etti. Yaşanan kaosa karşı halkların mücadele ettiğini söyleyen Güleryüz, “Bizler buna 3’üncü dünya savaşı diyoruz. Kapitalizm çıkış için savaşı derinleştiriyor. Bunun en somut örneği Ukrayna’dır. Yürütülen bu politikalara ve savaşa karşı çıkıyoruz” dedi. 

AKP-MHP iktidarın saldırılarına tepki gösteren Güleryüz, “Bize dönük tüm baskı politikalarını boşa çıkarmak için mücadele ediyoruz. Böylesi bir dönemde konferanslarımızı yapıyoruz. Bölge konferanslarının ardından merkez konferanslarımızı gerçekleştireceğiz. Konferanslarımızda belirlediğimiz yol haritasıyla kongreye gideceğiz. Umut ve mücadele dolu konferansı sonucunda mücadelemizi büyüteceğiz. 3’üncü yol felsefesini büyüteceğiz. Buradan bir kez daha söylüyoruz; bizler kazanacağız” dedi.

17 Mayıs 2022

Editör: TE Bilisim